Şahidekî ji herêma peravê sûcên li dijî wî hatine kirine vegotin

“Li pêş çavê min zarokên min qetil kirin. Ne bi dizî bûya min nedikarî wan defin bikim. Çi dil li ser wan e ku ew qas kes qetil kirin."

Şahidekî ji herêma peravê sûcên li dijî wî hatine kirine vegotin
Şahidekî ji herêma peravê sûcên li dijî wî hatine kirine vegotin
Şahidekî ji herêma peravê sûcên li dijî wî hatine kirine vegotin
Şahidekî ji herêma peravê sûcên li dijî wî hatine kirine vegotin
Şahidekî ji herêma peravê sûcên li dijî wî hatine kirine vegotin
Şahidekî ji herêma peravê sûcên li dijî wî hatine kirine vegotin
11 nîsan, 2025   03:15
LAZIQIYE

Niştecihek ji perava Sûriyeyê ku ji ber rewşa ewlehiyê nexwest navê xwe aşkera bike, behsa hovîtiya çeteyên "Emşat" ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker û êrişa wan a li ser herêma (Q) a perava Sûriyeyê kir ku di 7’ê Adarê de pêk hatibû.

Niştecihê ku temenê wî 50 salî ye, diyar kir ku dema êrişê ew tevî 2 zarokên xwe û biraziyekê xwe yê endezyar, kurekî cîranên wan û ciwanekî sunnî ku berî çend rojan hatibû cem wan, li mal bûn. Her wiha anî ziman ku wî nedizanî ku ew ciwan sunnî ye û got: "Wekî malbat em der barê taîfiyetê de pirsan nakin. Ji ber ku pirsên taîfî ne li gorî fikra me ne."

DESTPÊKA KOMKUJIYÊ

Şênî diyar kir ku saet 10.30’an dengê guleyan ji derdora malê hatin bihîstin û çeteyan bang li kesên di malê de dikir ku bi lez ji malê derkevin. Şênî destnîşan kir ku dema derî vekirin dîtin ku çekdar gotinên taîfî yên xirab û pirsa "hûn çi kes in? " ji wan dikin. Her wiha anî ziman ku "Dema me got em Elewî ne, komkujî dan destpêkirin.”

‘LI PÊŞ ÇAVÊ MIN GULE LI ZAROKÊN ME REŞANDIN’

Çete, malbat û kesên li malê dibin mala cîranan, piştre dibin maleke din. Şahidê bûyerê got: "Rasterast gule li 2 zarokên min, biraziyê min, kurê cîranê me û ciwanê sunnî yê hatibû mala me reşandin. Piştre me peywendî bi bavê wî ciwanî re danî. Ji ber rewşa ewlehiyê bavê wî xwest ku em kurê wî li cem zarokên wî defin bikin."

NEHIŞTIN QURBANÎ BÊN DEFINKIRIN

Şahidê bûyerê destnîşan kir ku çeteyan nedihişt cenazeyên zarokên xwe ji erdê rakin û ev tişt parve kir: "Em neçar man ku nîvê şevê cenazeyan rakin da ku defin bikin. Min 3 zarokên xwe û yên pê re bi veşartî defin kirin.”

Şahidê komkujiyê anî ziman ku piştî komkujiyê çeteyan ew sewqî baregehekê kiriye û li wir wî didin ber lêpirsînê. Li wir wî neçar dikin ku li cenazeyên zarokên xwe mêze bike û jê re dibêjin: "Beraz, ka li wan mêze bike… xwedê wan nehêle". Piştre li sînga wî didin ku heya niha şopên lêdanê li ser laşê wî xuya dikin.

NÎQAŞÊN OLÎ Û PROVOKASYON

Li wê baregehê, şahid bi "şêxekî ciwan re ku tu têkiliya wî bi olê re tune ye" dikeve nîqaşê lê piştre ew serbest tê berdan. Piştî berdana wî komên çekdar wekî çeteyên "Emşat" ku şahid bi xwe li sûcên wan ên li dijî niştecihên gund şahidî kiriye, serdana mala wî dikir. Şahid dibêje ku ew bi wan re diket nîqaşên olî lê belê wan bi lêdan û heqaretkirinê bersiva van nîqaşan dida, bi taybetî dema ku şahid girêdana xwe ya bi suneta Mihemedê pêxember ve diyar kiriye.

SÛCEKÎ DIN: BIRÎNDAREK BI DIL SARÎ HAT QERTILKIRIN

Şahid got, "Ji ber hovîtiya dîmenê wesif têrê nakin". Şahid tiştê bi biraziyê wî re hatiye anî ziman ku ew piştî birîna xwe yekser jiyana xwe ji dest neda, lê li erdê hate hiştin ku xwîn jê biherike heta çeteyekî "Emşat" tê. Çete got, "Çi beraz! hîna tu nemirî?" û piştre bi fîşekekî din ew qetil kir.

DIZIYA MAL Û MILKAN Û QURBAN KIRIN TAWANBAR

Çeteyên "Emşat" erebeya şahid, belgeyên fermî û pereyên bi wî re dizîn. Dema çete hewl da ji bo dizîna erebeya xwe giliyekî veke, dît ku ew wekî kesekî sûcdar, ne wekî qurbanî hat tawanbarkirin. Şahid pirsî û got: "Hûn li ser kîjan olê diaxivin? Îslam olekî exlaqî û dilovanî ye… bi kîjan gunehî hûn kesan qetil dikin?"

CENAZEYÊN LI RÊYAN

Li gorî şahid, ne tenê gundê wî hat hedefgirtin, lê bi dehan komkujî li dijî sivîlên li herêmê pêk hatin û cenazeyên wan li ser rêyan û li hundirê malan bi rojan man, bêyî ku bihêlin malbatên wan defin bikin an jî heta nêzî wan bibin.

Perava Sûriyeyê bi giştî û gundewarê Laziqiyê bi taybetî yek ji wan deveran e ku di meha borî de herî zêde komkujî û tundî lê bûne, ye. Bi taybet ew komkujî li herêmên Elewiyan ên nêzî çiyayan û sînor pêk hatin. Çeteyên dewleta Tirk a dagirker jî sûcên dermirovî li dijî sivîlan pêk anîn.

Ev sûc tevî hovîtiya wan, hîn jî ji rojeva hiqûqî ya navneteweyî dûr in. Sedema wê yan tevliheviya siyasî yan jî ji ber kêmbûna belgeyan û şahidên yekser e.

(bb-mh)

ANHA