Îsraîlê ji lubnaniyan xwest ji malên xwe derkevin

Li gorî ajansa fermî ya Lubnanê Îsraîlê bi rêya telefonê bi şêniyên Beyrûtê û gelek herêmên din ên Lubnanê re axiviye û ji wan xwestiye ji malên xwe derkevin.

 Îsraîlê ji lubnaniyan xwest ji malên xwe derkevin
23 îlon, 2024   12:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa fermî ya Lubnanê ragihand ku ji Îsraîlê bi şêniyên Beyrûtê, herêmên din ên Lubnanê û heta nivîsgeha wezîrê çapemeniyê re bi rêya telefonê hatiye axaftin û jê hatiye xwestin bi lez ji cihên xwe derkevin. 

Ajansê diyar kir ku Îsraîl şerekî derûnî li dijî lubnaniyan dimeşîne. Nivîsgeha wezîrê çapemeniyê yê Lubnanê Ziyad Mekarî jî piştrast kir ku peyameke bi qeyd bi rêya telefonê jê re hatiye ku jê tê xwestin ji cihê xwe derkeve.

Artêşa Îsraîlê bang li şêniyên Lubnanê kiribû ku ji navendên Hizbullahê dûr bikevin.

Li başûrê Lubnanê şerekî dijwar di navbera artêşa Îsraîlê û Hizbullahê Lubnanê de rû dide. Artêşa Îsraîlê gelek bajarokên Bîqayê ya li rojhilatê Lubnanê û bajarokên din ên parêzgeha Nebetiye bombebaran kirin.

(şx)