Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê bi hev ketine

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li gundê Kefer Cenê yê bajarê Efrînê seferber bûne.

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê bi hev ketine
23 îlon, 2024   12:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çavkaniyên xwecih, çeteyên "Cebhe El Şamiye" tevgerên xwe li nêzî gundê Kefer Cenê yê Efrîna dagirkirî zêde kirine û li gelek bendên nû bi cih bûne.

Li piraniya herêmên dagirkirî, tevlihevî û seferberî serwer e.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) da zanîn ku li piraniya herêmên dagirkirî û Efrînê jî piştî ku dewleta Tirk a dagirker biryara jihevxistina çeteyên "Siqûr El Şamal" ku Hesen Xeyriye serkêşiya wan dike, daye, seferberî heye.

Çeteyên navborî biryara dewleta Tirk red kir û di encamê de ew bi çeteyên Hemzat û El Emşat re li gundên bajarê Efrînê bi hev ketin.

(şx)