Dewleta Tirk careke din gundewarê Minbicê topbaran kir

Dewleta Tirk a dagirker bakur û rojhilatê kantona Minbicê topbaran kirin. Li gorî agahiyan, zirar bi mal û milkên şêniyan hatiye.

Dewleta Tirk careke din gundewarê Minbicê topbaran kir
23 îlon, 2024   12:31
MINBIC

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê careke din bakur û rojhilatê Minbicê topbaran kirin. 

Li gorî Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê gundên Masî, Ewn Dadat, Tûxar û Hoşeriye yên bakur û rojhilatê Minbicê hatine topbarankirin.

Navendê bi bîr xist ku heta niha 33 top li wan gundan ketine û zirar bi mal û milkên şêniyan hatiye. Jê veguhêzeke kehrebeyê û motorsîklêtek şewitye.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê rojane gundên bakur, rojhilat û rojavayê kantona Minbicê topbaran dikin. Lê Hêzên Meclisa Leşkerî ay Minbicê û Hêzên Meclisa Leşkerî ya Babê bersiva wan êrişan didin û hewldanên dagirkeran ku derbasî herêmê bibin têk dibin.

(şx)

ANHA