Îsraîlê hişyarî da Ewropayê

Komîseriya Ewropayê pêşniyar kiribû ku li Îsraîlê û 2 wezîrên hikumeta wê  ceza bibire, lê wezîrê karên derve yê Îsraîlê Gideon Saar Yekitiya Ewropayê hişyar kir ku heke cezayan yan jî qeydên bazirganê li Îsraîlê bibire dê “bersiva guncew bide”.

Îsraîlê hişyarî da Ewropayê
17 îlon, 2025   18:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîseriya Ewropayê pêşniyar kir ku cezayên bazirganî li Îsraîlê û 2 wezîrên hikumeta wê werin birîn. Lê wezîrê karên derve yê Îsraîlê Gideon Saar Yekitiya Ewropayê, hişyar kir ku ti cezayan li Îsraîlê nebire heke bibire jî Îsraîl “dê bersiva guncew” bide. 

Saar li ser hesabê xwe yê “X” diyar kir ku pêşniyarên Komîseriya Ewropayê ya bi serokatiya Ursula von der Leyen, “şaştiyeke exlaqî û siyasî ye. Her tevgerke li dijî Îsraîlê, dê zirarê bide berjewendiyên Ewropayê. Her tedbîrek li dijî Îsraîlê dê bersiv guncew be û em hêvî dikin, em neçar nebin”.

(mh/şx)