Rayedarên Îranê gef û zextên xwe li ser çalakvanên jin didomînin

Hate ragihandin ku dewleta Îranê zextên xwe yên li ser jinên li Rojhilatê Kurdistanê zêde kirine û gef li jinan dixwe ku beşdarî çalakiyan nebin.

Rayedarên Îranê gef û zextên xwe li ser çalakvanên jin didomînin
17 îlon, 2025   19:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî daxuyaniya Rêxistina Parastina Mafên Mirovan a Hanayê, di 16’ê Îlonê de jina bi navê Nehye Rehîmî ya 71 salî ku di serhildana ‘’Jin, Jiyan, Azadî’’ de zaroka wê hatiye qetilkirin, li Sineyê ji aliyê hêzên îstixbaratê ve bêyî biryareke fermî hatiye binçavkirin.

Hate ragihandin ku Nehye Rehîmî, bi saetan bi lêpirsînê re rû bi rû maye û gef lê hatiye xwarin ku beşdarî tu çalakiyên bîranînê nebe.

Der barê 4 aktîvîstên jin de lêpirsîn hate destpêkirin.

Her wiha di heman rojê de çar aktîvîstên jin yên bi navê Sîmîn Çayçî, Fatme Zendkerîmî, Merziye Murad Weysî û Sewsen Razanî li bajarê Sineyê ji aliyê hêzên îstixbaratê ve hatiye xwestin ku werin îfadeyê bidin.Hate diyarkirin ku gef li jinên ku derheqê wan de lêpirsîn hatiye destpêkirin, hatiye xwarin.