Îsraîlê gundewarên Derayê topbaran kirin

Artêşa Îsraîlê bi qasî 7 guleyên obîsan gundewarên Derayê topbaran kirin. Di encamê de 15 bizin telef bûn.

Îsraîlê gundewarên Derayê topbaran kirin
21 îlon, 2026   17:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê derdora gundên Abidîn, Meriya û Arîda yên herêma Hewza Yermûkê ya rojavayê Derayê topbaran kirin. Di encama topbaranê de derdora 15 bizin telef bûn.

Çavkaniyên xwecih ji SANHA‘yê re diyar kir ku nêzîkî 7 guleyên obîsan li nêzîkî çewlika bizinan ketin û hejmarek sewal mirar çûn.

(bb)