Şandeyek Hêzên Ewlekariya Hundirîn sersaxî da malbata şehîd Ebdulezîz Hesen

Şandeyek ji Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Hesekê sersaxî ji malbata şehîd Ebdulezîz Hesen re xwest.

Şandeyek Hêzên Ewlekariya Hundirîn sersaxî da malbata şehîd Ebdulezîz Hesen
Şandeyek Hêzên Ewlekariya Hundirîn sersaxî da malbata şehîd Ebdulezîz Hesen
Şandeyek Hêzên Ewlekariya Hundirîn sersaxî da malbata şehîd Ebdulezîz Hesen
21 îlon, 2026   16:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeyek ji Fermandariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Parêzgeha Hesekê îro serdana konê sersaxiyê yê şehîd Ebdulezîz Hesen kir ku li gundê Xirbê Belekê yê Çilaxayê hatiye vedan.

Şande ku ji cîgirê Fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Parêzgeha Hesekê Mehmûd Xelîl (Siyamend Efrîn), alîgirê fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ê parêzgehê, tevî gerînendetiyê Herêma Dêrikê Şêro Şero pêk dihat, sersaxî ji malbata şehîd Ebdulezîz Hesen re xwest û piştgiriya xwe bi pê re anî ziman.

Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Ebdulezîz Hesen duh di êrişa çekdarên nenas a li dijî dewriyeya hêzên ewlekariya hundirîn de li ser rêya M4 a gundewarê Qamişloyê şehîd bû.

(bb)

ANHA