DYA gef li welatên ku balafirên Îranê lê dane xwar

Wezîrê Xizîneyê yê DYA’yê Scott Bessent destnîşan kir ku ji ber pêkanînên giran ên li ser hemû rêyan Îranê, wê ji 23’ê Îlonê û şûnde di kar û baran de wê pir zehmetiyan bikişîne û gef li welatên ku balafirên Îranê lê dane jî xwar.

DYA gef li welatên ku balafirên Îranê lê dane xwar
21 îlon, 2026   17:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Xizîneyê yê DYA’yê Scott Bessent diyar kir ku pêkanînên li ser Îranê encam girtine û got, di nava 2 rojan de ji ber pêkanînên tund ên Amerîka yên li ser hemû rêyên hewayî ya Îranê, wê di asta kurewî de kar û barên wê pir zehmet bibe.

Bessent ê ji CNBC’ê re axivî got: “Wê 23’yê Îlonê li temamê cîhanê hemû rêyên Îran bê girtin.

Bessent gef li hemû welatên ku bi Îranê re bazirganiyê jî bike xwar û ji bo welatên ku balafirên Îranê lê dane jî ev gef xwar: “Eger (balafir) dane, hûnê nikarin sotemeniyê ji bo wan peyda bikin, hûn nikarin xizmeta danînê bikin. Nikarin bilêdan bifiroşin, berovajî hûnê ji sîstema dolar derkevin.