Hêzên DYA û Îranê li derdora tengava Hurmuzê êrişî hev kir

Li herêma Kendavê rageşiya di navbera DYA û Îranê de dewam dike. Her du alî hev bi pêkanîna gefan li ser ewlehiya herêmê û navîgasyona deryayî tawanbar dikin.

Hêzên DYA û Îranê li derdora tengava Hurmuzê êrişî hev kir
6 hezîran, 2026   10:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) di daxuyaniyekê de ragihand ku hêzên wan 4 dronên Îranê bê bandor kirin.

Fermandariyê diyar kir ku dron ber bi Tengava Hurmuz a stratejîk ve hatin arastekirin "gefeke rasterast" li ser trafîka deryayî ya sivîl a li herêmê pêk tîne.

CENTCOM’ê her wiha ragihand ku hêzên wê piştre li herêmên Gorîk û Girava Qeşimê ya Îranê li pergala radarê ya çavdêriya peravê xistine û da zanîn ku hêzên wê bersiva “her êrişên bêhincet ên Îranê" bide.

Televîzyona dewleta Îranê ragihand ku di saetên serê sibê yên îro de li bajarê Sirik ê li başûrê Îranê dengê çend teqînan hatine bihîstin.

Artêşa Pasdarên Îranê jî ragihand ku wê li herêma Kendavê li “baregehên dijmin” xistiye.

Li gorî nûçegihanên AFP’ê li Kuweyt û Memanayê dengê teqînan hatin bihîstin.

Hate ragihandin ku li herêmên nêzî balafirgeha navneteweyî ya Kuweytê dengên teqînan hate bihîstin. Desthilata Kuweytê piştrast kir ku welat bi mûşek û dronan hatiye hedefkirin.

Li Behreynê, dengê çend teqînan û operasyonên destwerdana hewayî hat bihîstin. Wezareta Karên Hundir a Behreynê ragihand ku li seranserê welêt sîren hatine aktîfkirin.

(bb)