Çûn û hatina motorsiklêtan di navbera Hesek, Reqa û Dêrazorê de hat qedexekirin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn tevgera çûn û hatina motorsiklêtan di navbera Hesekê-Reqa, Hesekê û Dêrazorê de qedexe kir.

Çûn û hatina motorsiklêtan di navbera Hesek, Reqa û Dêrazorê de hat qedexekirin
26 mijdar, 2024   22:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biryarnameyek da. Di biryarnameyê de tevgera çûn û hatina motorsiklêtan li ser rêya di navbera Hesekê û Dêrazorê, Hesekê û Reqayê de hat qedexekirin.

Li gorî malpera Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, biryarname ji 28'ê Mijdarê heta 12'ê Çileya bê dewam dike.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn bang li welatiyan kir ku pabendî biryarnameyê bin.

(mh/fr)