Îsraîlê êrişeke nû bir ser Xezayê: 22 kes hatin kuştin

Îsraîlê li dijî Xezayê êrişeke hewayî ya nû pêk anî, di encamê de 22 kes hatin kuştin û bi dehan birîndar bûn.

Îsraîlê êrişeke nû bir ser Xezayê: 22 kes hatin kuştin
6 gulan, 2025   23:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Parastina Sivîl a Filistînê ragihand ku di êrişên hewayî yên nû yên Îsraîlê li dijî dibistanekê de ku tê de koçberên kampa Birêc bi cih bûne, herî kêm 22 kes hatin kuştin.

Girêdayî wê, berpirsê ragihandinê yê Parastina Sivîl li başûrê Şerîda Xezayê Ehmed Ridwan ji AFP’ê re got di êrişa Îsraîlê ya li dijî dibistaneke koçberên kampa Birêc bi cih bûne de, herî kêm 22 kes hatin qetilkirin û bi dehan birîndar bûn.

Li aliyekî din jî artêşa Îsraîlê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku wê navendeke fermandarî û serweriyê ya Tevgera Hemasê li hundirê dibistanê hedef girtiye.

Ji gelek mehan ve, êrişên leşkerî li dijî navendên bicihbûnê ku tê de bi hezaran sivîlên ji ber şer koçber bûne hene, dewam dikin.

(mh/fr)