Îsraîl serkirdeyekî Hizbullaha Libnanî kuşt
Artêşa Îsraîlê ragihand ku di êrişeke asmanî de li başûrê Lubnanê serkirdeyekî payebilind ê Hizbullahê hate kuştin.

Artêşa Îsraîlî ragihand ku wê "serkirdeyekî payebilind ê Hizbullahê li başûrê Lubnanê di êrişa roja Sêşemê ya li dijî cihekî Hizbullahê de, kuşt. "
Artêşa Îsraîlê di peyama xwe ya li ser Telegramê de diyar kir ku di êrişa li ser herêma Nebatiyeyê de "Ednan Mihemed Sadiq Harb, fermandarê yekîneya piştgiriya lojîstîkê a Yekîneya Bedir a Hizbullahê ku li bakurê herêma çemê Lîtanî ya Lubnanê kar dike, kuşt. "
Artêşa Îsraîlê diyar kir ku Harb berpirsê dabînkirina çekan ji yekîneyên Hizbullah û jinûveavakirina binesaziya leşkerî ya komê li başûrê çemê Lîtanî bû, û çalakiyên wî wek "binpêkirineke eşkere ya lihevhatinên di navbera Îsraîl û Lubnanê de" bi nav kir.
(k)