Îsraîlê di kêm 5 saetan de 61 êriş li Sûriyeyê pêk anîn

Artêşa Îsraîlê di nava kêmî 5 saetan de 61 êrişên hewayî li Sûriyeyê pêk anîn.

Îsraîlê di kêm 5 saetan de 61 êriş li Sûriyeyê pêk anîn
15 kanûn, 2024   13:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku artêşa Îsraîlê di kêm 5 saetan de 61 êrişên hewayî li Sûriyeyê pêk anîn û hîna jî dewam dikin.

Li gorî SOHRˈê, artêşa Îsraîlê bi balafirên şer depoyên moşekên balîstîk ên li hundirê çiyayan de, cebilxane û topên hawanan û dezgehên leşkerî wêran dike.

SOHRˈê diyar kir ku Îsraîlê ji dema ketina rejîma Esed (8ˈê kanûnê) ve li 13 parêzgehên Sûriyeyê opersyonên hewayî pêk anîne.

(bb)

ANHA