Bîlançoya 3 rojan a êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê 

Di êrişên 3 rojan ên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de yên li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de 31 sivîl şehîd bûn û 12 jî birîndar bûn. Her wiha 45 leşkerên rejima berê ya Sûriyeyê hatin kuştin, 15 jî birîndar bûn.

Bîlançoya 3 rojan a êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê 
Bîlançoya 3 rojan a êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê 
Bîlançoya 3 rojan a êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê 
Bîlançoya 3 rojan a êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê 
Bîlançoya 3 rojan a êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê 
Bîlançoya 3 rojan a êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê 
Bîlançoya 3 rojan a êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê 
Bîlançoya 3 rojan a êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê 
Bîlançoya 3 rojan a êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê 
Bîlançoya 3 rojan a êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê 
15 kanûn, 2024   13:12
NAVENDA NÛÇEYAN
HESEN REMO

Heyet Tehrîr El Şam di 27ˈê Mijdarê îsal de êriş li dijî rejîma Baasê da destpêkirin. Bi van êrişan re dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên bi navê Ceyş El Wetenî êrişên xwe li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêdetir kirin û gelek komkujî kirin.

Em ê di vê raporê de balê bikişînin ser êrişên 3 rojan (8-10ˈê kanûnê) ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kiribû. Di encama van êrişan de jin û zarok jî di nav de 31 sivîl şehîd bûn û 12 kes birîndar bûn. Her wiha 45 leşkerên ji rejîma berê ya Sûriyeyê vekişiyan, dema vedigeriyan malên xwe di êrişên dewleta Tirk a dagirker de hatin kuştin û hîna jî aqûbeta 15 leşkerên din nayê zanîn.

JIN, ZAROK Û XEBATKARÊN TENDURISTIYÊ HATIN HEDEFKIRIN

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê 8ˈê kanûnê li kantona Firatê seyareya endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn kir hedef. Di êrişê de 3 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi navê Suhêl Bekê, Hesen Nesan û Mihemed Emîn Hemo ku di erebeyê de şehîd bûn.

10ˈê Kanûnê dagirkeran gundê Ceda yê mezin ê li başûrê rojavayê bajarê Kobanê (Nêzî Pira Qereqozaqê) bombebaran kir. Di encamê de welatiyê bi navê Ebdullah Mehmûd Şêx Elî (25), Ebdullah Mehmûd Şêx Elî (12) û du zarokên din şehîd bûn. Di heman rojê de gundê Eftar ê başûrê rojavayê bajarê Kobanê topbaran kir. Di encamê de du zarokên bira Mezlûm û Yûsif Ebdulqadir Îsmaîl şehîd bûn.

10ˈê kanûnê balafireke bê mirov a dagirker li ser rêya Bendava Tişrînê û bajarokê Sirînê ambulansa veguhestina birîndaran bombebaran kir. Di bombebaranê de welatiyê bi navê Kurdo Necdet Bozî û birîndarek din şehîd bûn, her wiha welatiyek û hemşîreyek bi girîndar bûn.

11ˈê kanûnê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê Pira Qereqozaqê bombebaran kir. Di endamê de jina bi navê Zahîre Kûsa (60) şehîd bû û neviyekê wê yê 8 sal birîndar bû.

LI EYN ÎSAYÊ 2 KOMKUJÎ

8ˈê kanûnê balafireke bê mirov a bi çek a dewleta Tirk a dagirker li gundê Misterîha yê bajarê Eyn Îsa bombebaran kir û komkujiyek kir. Di encamê de jê 6 zarok   ji malbatekê 12 kes şehîd bûn.

10ˈ kanûnê, dewleta Tirk a dagirker bi balafira bê mirov a bi çek gundê Sifeya yê rojavayê bajarê Eyn Îsayê bombebaran kir. Di encamê de di nav de jin û zarok jin û 8 kes şehîd bûn. Navên şehîdan wiha ne: Xelîl Silêman, Wedah Silêman, Mihemed El Abo, Ebdulkerîm El Abo, Delal Silêman, Nadiya Silêman, tevî her du zarokan Casim û Husam Silêman.

8ˈê Kanûnê, dema leşkerên Sûriyeyî bi awayekî komî ji gundewarê rojavayê herêma Eyn Îsayê vedikişiyan ji hêla balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker ve li gundê Misterîha yê ku 20 kîlometre dikeve rojavayê Eyn Îsayê hatin hedefkirin. Di encamê de 45 leşkeran jiyana xwe ji dest dane û 15 din jî windayî ne.

ÊRIŞÊN LI SER KANTONA CIZÎRÊ

11ˈê Kanûnê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Til Cuma yê bajarê Til Temirê topbaran kir. Di encama topbaranê de welatiyek birîndar bûn. Di heman rojê de jî gundê Hermel û Mihermele jî hat topbarankirin. Welatiyê bi navê Hesen Hesen şehîd bû û du welatiyên din jî birîndar bûn.

Dagirkeran li ser rêya di navbera Zirgan û Serêkaniyê de erebeyek bombebebaran kir. Di endamê de 3 welatî bi giranî birîndar bûn.

(bb)

ANHA