Li Zurîh a Swîsreyê ji bo girtiyên Îranê greva birçîbûnê

Li kantona Zurîh a Swîsreyê ji bo girtiyên li Îranê greva birçîbûnê hat destpêkirin.

Li Zurîh a Swîsreyê ji bo girtiyên Îranê greva birçîbûnê
9 mijdar 2024   23:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Li kantona Zurîh a Swîsreyê ji bo Pexşan Ezîzî ku ji aliyê dewleta Îranê ve cezayê darvekirinê lê hatiye birîn û girtiyên jin ên di girtîgehên Îranê de ne, greva birçîbûnê ya rojekê hat destpêkirin.

Zext û cezayên darvekirinê yên li girtîgehên Îranê bi pêşengiya Komîteya Partiya Jiyan Azad (PJAK) a Swîsreyê li Komeleya Çanda Rojava ya Kloten a Zurîhê bi greva birçîbûnê ya rojekê hat protestokirin.

Hevserokê Konseya Kurd a Demokratîk a Swîsreyê Cemal Ozdemîr û gelek kes çûn serdana çalakvanên greva birçîbûnê.

Berdevkê Komîteya PJAK'ê ya Swîsreyê Hakîm Hutîtî li ser navê çalakvanên greva birçîbûnê daxuyanî da. Hutîtî bal kişand ser cezayê darvekirinê yê rojnamevana Kurd Pexşan Ezîzî û Gulrox Îrayî, Nahîd Hudaco, Werîşe Muradî, Meryem Yehwî, Reyhana Ensarî, Sakîne Pervane û Nesr'în Hezr'î Cewadî ku li girtîgeha Êvînê girtî ne û got, “Em ji bo dengê jinan û siyasetmedarên di girtîgehên Îranê tên girtin bidin bihîstin vê çalakiyê dikin. Divê gelê me yê li Ewropayê bibin dengê girtiyên li girtîgehên Îranê li berxwe didin. Divê gelê me yê li çar parçeyên Kurdistanê û Ewropayê li dijî cezayê darvekirinê bikevin nava liv û tevgerê.”

Daxuyanî bi dirûşmeyên "Jin Jiyan Azadî" bi dawî bû.