Konferansa Kurd a li PE'yê dest pê kir: Divê Abdullah Ocalan were berdan

Konferansa Kurd a ku îsal cara 20’an li Parlamentoya Ewropayê ya li Brukselê hat lidarxistin, bi resepsiyonê destpê kir. Di resepsiyonê de hat xwestin ku Rêber Apo tavilê were berdan û PKK'ê ji lîsteya terorê bê derxistin.

Konferansa Kurd a li PE'yê dest pê kir: Divê Abdullah Ocalan were berdan
14 cotmeh, 2026   23:35
NAVENDA NÜÇEYAN

20’emîn konferansa ku ji aliyê Komîsyona Hemwelatiyan a Tirkiye Ewropayê (EUTCC) ve tê organîzekirin û parêzvana mafên mirovan a Îranî ya xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê Şîrîn Ebadî, aktîvîsta mafên mirovan Bianca Jagger û siyasetmedara Kurd Leyla Zana ya ku xwediyê Xelata Azadiya Ramanê ya Saxarov a Parlamentoya Ewropayê ye pêşengiya wê dikin bi resepsiyonê dest pê kir.

Resepsiyona ku di 14’ê Cotmehê li Parlamentoya Ewropayê hat lidarxistin de endama Şandeya Îmraliyê Pervîn Buldan, Şîrîn Ebadî û parlamenterên Ewropayê yên wekî Martin Schirdewan, Andreas Schieder û Leoluca Orlando, siyasetmedar Hişyar Ozsoy û Sebahat Tuncel û ji aliyê hiqûqê ve ji Buroya Hiqûqê ya Sedsalê parêzer Raziye Ozturk û gelek kes beşdar bûn. Konferans wê di 15’ê Cotmehê de bi bernameyeke dagirtî berdewam bike.

Endama Desteya Rêveber a EUTCC'yê û ji Kurd-Akadê Dersim Dagdevîren ku axaftina vekirinê ya resepsiyonê kir. Dersim Dagdevîren diyar kir ku konferansa 20’emîn ji bo EUTCC'yê xala werçerxê ye û got: “Di heman demê de ev derfeteke ku em van pirsan ji xwe bikin: Me çi bi ser xist? Me çi nekir? Û ji her tiştî girîngtir, em li hemberî paşerojê xwedî berpirsiyariyeke çawa ne?”

Piştre xwediya xelata Nobelê parêzer Şîrîn Ebadî bi zimanê Farisî axivî. Şîrîn Ebad di axaftina xwe de Rêber Apo silav kir û got: “Abdullah Ocalan cesareta ku ji bo aştiyê hewce dike nîşan daye û divê were berdan. Ez daxwaz dikim ku bêyî tu şert û mercan divê Abdullah Ocalan demildest were berdan.”

Parlamenterê Parlamentoya Ewropayê û Hevserokê Koma Çep Martin Schirdewan jî got: “Piştî ku PKK'ê biryara danîna çekan, bêçekbûnê û fesixkirinê da, ez difikirim ku êdî ti hincetek nemaye ku hikûmeta Tirkiyeyê bi awayekî çalak tevli vê pêvajoya aştiyê nebe. Wekî beşek ji vê pêvajoyê, divê Abdullah Ocalan demildest ji Girtîgeha Îmraliyê were berdan. Ev yek ji daxwazên malbata min a siyasî û koma min a siyasî ye ku ez li vir temsîla wan dikim e.”

Parlamenterê Parlamentoya Ewropayê û ji Tifaqa Pêşverû ya Sosyalîst û Demokratan Andreas Schieder got, “Ez difikirim ku pêwîst e em balê bikişînin ser pêngava mezin û girîng a ku Abdullah Ocalan bi salan e avêtiye.”

Parlamenterê Parlamentoya Ewropayê, ji Tifaqa Azad a Kesek/Ewropayê Leoluca Orlando wiha axivî: “Li gel hempîşeyê xwe, min jî hewl da ku Yekîtiya Ewropayê PKK'ê ji lîsteya rêxistinên terorê derxe. Ji ber ku em difikirin ku ev tê wateya redkirina mafê gelê Kurd ê xwedîderketina li paşerojeke cuda.”

Orlando bi taybetî ev peyam dan: “Niha ez vê ji hikûmeta Tirkiyeyê re dibêjim: Êdî dema wê hatiye ku hikûmeta Tirkiyeyê jî nîşan bide ku dikare li Rojhilata Navîn roleke girîng bilîze. Lê belê rêya vê yekê di pêşvebirina pêvajoya aştiyê de derbas dibe.”