Îsraîlê bersiva biryara Tirkiyeyê da: Erdogan zalim e

Îsraîlê bersiva biryara Tirkiyeyê ya girtina rayedarên Îsraîlê da û Erdogan wek "zalim" bi nav kir.

Îsraîlê bersiva biryara Tirkiyeyê da: Erdogan zalim e
8 mijdar, 2025   11:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Dadgeriya Tirk biryarên girtinê li dijî rayedarên Îsraîlê dane ku di nav de serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu, wezîrê parastinê Yisrael Katz û wezîrê ewlekariya neteweyî Itamar Ben-Gvir hene. Biryar bi îdiayên têkildarî "qirkirin" û "tawanên li dijî mirovahiyê" di dema şerê li Xezeyê de, hatin dayîn.

Îsraîlê roja Înê bersiva biryarê da û Erdogan bi "manîpulekirina siyasî" û "îdiayên derew" tawanbar kiribû.

Wezîrê karên derve yê Îsraîlê Gideon Saar nivîsek li ser hesabê xwe yê X’ê parve kir û got: "Îsraîl bi tundî propagandayê xapînok a dawîn a Erdoganê zalim red dike û nefretê lê dike.”

Saar biryar wek "şanoyeke siyasî ku armanc jê reşkirina Îsraîlê di qada navneteweyî de" bi nav kir.

Serokê Partiya Yisrael Beiteinu Avigdor Lieberman jî got: “Ev biryar delîleke guncawbûna Tirkiyeyê ji bo beşdarbûna di rêkeftinên pêşerojê yên der barê Xezayê de ye.”

Netanyahu vê hefteyê jî beşdarbûna hêzên Tirkiyeyê di nava hêzên navneteweyî yên ku dê li Xezayê werin bicihkirin de red kir. Netanyahu di civîna li gel efserên yedek de gotibû: "Hêzên Tirk dê li Xezayê nebin. Tu aliyekî dijberî Îsraîlê derbasî wir nabe. Em ê rê nedin şaşiyên berê dubare bibin."

(bb)