Îsraîlê berpirsekî din ê Hemasê kuşt

Hate ragihandin ku di êrişa Îsraîlê ya li ser nexweşxaneya Nasir de endamê polîtburoya Hemasê Îsmaîl Berhûm hatiye kuştin.

Îsraîlê berpirsekî din ê Hemasê kuşt
24 adar, 2025   08:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê duh ragihand ku wê li herêma nexweşxaneya Nasir a Xan Yûnis a li başûrê Xezayê de rayedarekî payebilind ê Hemasê kiriye hedef

Çapemeniya ser bi Hemasê ve piştrast kir ku di êrişa Îsraîlê de endamê polîtburoya tevgerê Îsmaîl Berhûm hatiye kuştin.

Çavkaniyên filistînî diyar kir ku di êrişa Îsraîlê ya hefteya borî de 5 kes hatin kuştin û Îsmaîl Berhûm jî birîndar bû û li nexweşxaneya Nasir dihat dermankirin.

Duh jî Tevgera Hemasê ragihandibû ku artêşa Îsraîlê di bombebarana li ser kampeke koçberan a li rojavayê bajarokê Xan Yûnisê de, endamê polîtburoya tevgerê Hemasê Selah Berdewîl û hevjîna wî kuştine.

(bb)