Li Quneytîrayê liv û tevgera zêde ya hêzên Îsraîlê

Li gundewarê Quneytîrayê liv û tevgera hêzên Îsraîlê zêde bûye. Hate diyarkirin ku di sergirtina gundekî de 2 kes hatin binçavkirin.

Li Quneytîrayê liv û tevgera zêde ya hêzên Îsraîlê
7 tîrmeh, 2025   11:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Yekîneyeke artêşa Îsraîlê ku ji zêdetirî 10 wesayîtan pêk tê, li baregeha "Kompaniya 4’an" ya berê ya nêzî gundê Nebai El Sexir ê Quneytîrayê bi cih bû. 

Hate diyarkirin ku yekîneyên artêşa Îsraîlê li gundê Dewaya ya Mezin jî operasyoneke serdegirtina malan pêk anî û 2 bira binçav kirin.

Artêşa Îsralê ragihandibû ku wê duh bi şev li başûrê Sûriyeyê operasyonek pêk anîbû û di encamê de şaneyeke girêdayî "Feyleq El Quds" a Îranê girt.

(bb)