Îsraîlê başûrê Lubnanê bombebaran kir: 1 kuştî, 5 birîndar

Artêşa Îsraîlê başûrê Lubnanê bi dijwarî bombebaran kir. Hat gotin ku di êrişê de kesek miriye û 5 kes jî birîndar bûne.

Îsraîlê başûrê Lubnanê bombebaran kir: 1 kuştî, 5 birîndar
11 cotmeh, 2025   11:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gor medya erebî, vê sibehê artêşa Îsraîlê başûrê Lubnanê bi dijwarî bombebaran kir. Hat gotin ku di encama êrişê de kesekî sûriyeyî miriye û 5 kesên din jî birîndar bûne.

Hatiye diyarkirin ku di êrişê de hin wesayît hatine hedefkirin û hinek ji wan bi temamî şewitîne.