Ji Serokatiya Rûhanî ya Durziyan banga lezgîn

Serokatiya Rûhanî ya Durziyan banga lezgîn ji Netweyên Yekbûyî (NY) re kir û ji wan xwest zû destwerdanê bikin da ku dawî li dorpêça li ser Siwêda û gundên wê bînin. Di bangê de hate xwestin ku korîdorên mirovî werin vekirin û hesab ji sûcdaran were xwestin. Di heman demê de hate xwestin rê ji şêniyên herêmê re were vekirin da ku di bin çavdêriya navneteweyî de çarenûsa xwe diyar bikin.

Ji Serokatiya Rûhanî ya Durziyan banga lezgîn
11 cotmeh, 2025   11:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokatiya Rûhanî ya Durziyan nameyek ji NY û saziyên mirovî, hiqûqî û siyasî yên navneteweyî re şand. Di nameyê de rewşa Siwêdayê û gundên wê tê re derbas dibe, hate vegotin û banga lezgîn hate kirin ku dorpêça hatiye ferzkirin bi dawî bibe, korîdorên mirovî werin vekirin û rê were dayîn xelkê Siwêdayê çarenûsa xwe bi xwe diyar bike.

Di nameyê de ev hate gotin: “Em Serokatiya Rûhanî ya Durziyan nûnertiya dengê gelê li Çiyayê El Baştan bi hemû rengên wê, dikin. Bi hemû êşa bi mehan e dewam dike, ji ber dorpêça dijwar a gefê li jiyana sivîlan dike. Rewşa hemû diyardeyên jiyana birûmet dixeniqîne.”

Di berdewama nameyê de hate gotin ku ev demek e li ser Siwêdayê dorpêçeke her tiştî digire nava xwe hatiye ferzkirin û wiha hate domandin: “Xwarin, derman, sotemenî û çûn û hatina bi serbestî hatine qedexekirin. Hin alîkariyên mirovî yên sînordar derbas dibin, ew têra tiştekî nakin. Ew jî ji bo dayîna dîmenan têne bikaranîn. Dîmen têne kişandin û ji bo berovajîkirina rastiyan têne bikaranîn. Lewma em îro li ber felaketeke mirovî ne. Bandora wê di hemû aliyan de her ku diçe dijwartir dibe. Hin bandorên wê wiha ne:

- Bi awayekî nemerdane mûçe bi temamî li ser karmend û memûran, heta yên malnişîn, hatine qutkirin.

- Ji ber qutkirina înternêtê hemû saziyên giştî felc bûne. Heta belgeyên fermî nayên derxistin.

- Xwendekarên zanîngehê nikarin biçin xwendina xwe, ji ber pêla kîndariyê û gefên li dijî wan.

- Xwendekarên dibistanan ji xwendinê bê par mane.

- Malbat bi giştî di nava tirsê de dijîn. Bi taybet bi berdewama binpêkirina agirbestê re.

- Dagirkirina gundan, bi taybet gundên bakurê rojavayê çiya ku hejmara wan 35 e.

- Wêrankirin û diziya deverên jiyanî yên wekî kargeh, aş, mesere, nexweşxane, benzînxane, depoyên genim û xwarinê.

- Rê nedana derbasbûna madeyên sotemeniyê, ev jî dibe sedema hemû tevgera berhemdar, veguhastin, çareserkirin û jiyanê rawestin.

- Hilweşîna navenda tenduristiyê, bi taybet piştî hedefgirtina hejmarek bijîşk, hemşîre û wêrankirina navendên tenduristiyê. Ev bû sedema mirina hejmareke nexweşan, bi taybet ji ber kêmbûna derman û rûxandina jêrzemîna tenduristî û nebûna alavan.”

Di nameyê de hate bibîrxistin ku Siwêda bûye girtîgeheke mezin û wiha hate domandin: “Em di girtîgeheke mezin de hatine çemberkirin. Tevgera xelkên me sînordar e û di bin çavdêriyê de ye. Gundên me dagirkirî ne. ne xwarin û ne pere hene, madeyên jiyanî nayên peydakirin. Xizmetên eletrîk, telefon, internêt û her wekî din hatine qutkirin. Ev hemû bi aramcna zextê li ser şêniyên herêmê feriz bikin. Rewşa jiyanî gelek zehmete. Dijwarî her diçe zehmetir dibe.”

Di berdewama nameyê de bal kişandin ser hewldanên kîndarî û sorkirina li dijî xelkên Siwêdayê û ev tişt hate gotin: “Xirabî bi zanebûn pêk tê. Bêyî peyman û belgeyên navneteweyî di ber çavan re werin derbaskirin. Xwarinê beranberî stûxwariyê ferz dikin. Di nava xelkê de tevlihevî û fitneyê derdixn, da mirov hevdû bikujin. Di riya ragihandinê re dixwazin tişta bi serê xelkên Siwêdayê pêk tînin, veşêrin.”

Di nameyê de hate bibîrxistin ku tevî hemû kirin û binpêkirinan xelkên Siwêda pabendî biryar, peymanên navdewletî û agirbestê ne û wiha hate domandin: “Niha dem hatiye dawî li dorpêça dijwar were, qanûnên navdewletî pêk werin û sîstema serke ya Roma ya dadgeha navdewletî ya cînayatan pêk werin. Dema hesabxwestinê ji hikûmeta veguhêz hatiye. Gelek sazî û dezgehên ragihandinê yên karîbûn xwe bighînin Siwêdayê bi xwe binpêkirin û sûcên hatine kirin, her wiha rewşa heyî belge kirin.”

Di nameyê de hate gotin hikûmeta veguhêz a Sûriyê û komên çekdar ên girêdayî wê ji hemû rewşa heyî berpirsyar in û ev bang hate kirin: “Em bang li NY’yî, Konseya Ewlekariyê û civaka navdewletî dikin bi awayekî lezgîn tevbigerin û berpirsyariyên xwe yên exlaqî û qanûnî bi cih bînin û ji bo pêkanîna xalên li jêr gavan biavêjin:

1- Yekser dorpêça li ser Siwêdayê were rakirin û korîdorên mirovî yên ewle werin vekirin.

2- Li dadgehan hesab ji sûcdaran û berpirsên binpêkirinên li dijî sivîlan hatine kirin, were xwestin.

3- Aliyên çekdar mecbûrî vekişîna bi temamî ya ji gundên zirardîtî bibin. Hemû xaka dagirkirine vegerin, xalên agirbesta ji meha Tîrmehê ve hatine îmzekirin, pêk werînin.

4- Deriyê mirovî ya navneteweyî were vekirin, da ku derbaskirina alîkariyan were hêsankirin. Gihandina xelkên herêmê ya bi derve re misoger bibe.

5- Rê were dayîn xelkên Siwêda di bin çavdêriya navdewletî de çarenûsa xwe bi azadî diyar bikin. Ev li gorî misogeriya azadî, rumet, ewlehiya wan a olî, çandî û hebûnê pêk were. Ev divê di bin çavdêriya navdewletî de pêk were.”

Di nameyê de spasiya şêniyên Siwêdayê yên li derveyî welat hate kirin û hate diyarkirin ew jî di vê rewşa dijwar de alîkar bûn. Bang li şêniyên Siwêdayê jî hate kirin ku li ber xwe bidin.

Di dawiya nameyê de spasiya hemû sazî, dewlet û ferdên li kêleka doza xelkên Siwêda sekinîn heta kirin û hate bibîr xistin ku bê dengî li beranberî sûcên tê kirin, sûc e.

(dc)