Nasnameyên 2 şehîdên berxwedana Eşrefiyê û Şêxmeqsûdê aşkera bûn

Fermandariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku endamên wan Çîçek Efrîn (Nûrî Mistefa) û Nûrî Hemokan di berxwedana li hemberî êrişên hêzên hikumeta veguhêz ên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de şehîd bûne.

Nasnameyên 2 şehîdên berxwedana Eşrefiyê û Şêxmeqsûdê aşkera bûn
Nasnameyên 2 şehîdên berxwedana Eşrefiyê û Şêxmeqsûdê aşkera bûn
Nasnameyên 2 şehîdên berxwedana Eşrefiyê û Şêxmeqsûdê aşkera bûn
11 cotmeh, 2025   10:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi daxuyaniyekê nasnameyên 2 endamên xwe aşkera kirin ku di berxwedana li hember êrişên hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê yên li ser taxên Eşrefiyê û Şêxmeqsûdê yên Helebê de şehîd bûne.

Daxuyanî wiha ye:

“Hevrêyê me Nûrî Mistefa (Çîçek Efrîn) di 6’ê Cotmehê de, dema bi erka xwe ya parastina niştecihên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê radibû, di encama pevçûnê de şehîd bû. Hevrê Nûrî Hemokan jî di heman pevçûnan de bi giranî birîndar bû û di 10’ê mehê de şehîd bû. Her du hevrêyên me wek endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Helebê bi awayekî lehengî li dijî êrişa komên çekdar tev li berxwedanê bûn û di encamê de şehîd bûn.

Di serdemekê de ku herêma me bi tevahî di pêvajoyeke nûbûnê ya girîng re derbas dibe, hêzên me yên li Helebê bi awayekî çalak û bêrawestan hewl didin ewlehî û aramiya gelê me û herêmê mîsoger bikin. Ji destpêkirina aloziyên li herêmê û bi têkçûna rejîma Baasê re, rêyeke nû ya aramiyê li pêşiya welatê me û gelê me vebû. Her çi qas hêzên me pabendbûna xwe bi peymanên di navbera Rêveberiya Xweser û Rêveberiya Şamê de berdewam in jî, komên çekdar ên ser bi Şamê ve van peymanan binpê dikin. Komên çekdar ev demek e li derdora taxên Kurdan ên Helebê çeper û astengiyan ava dikin da ku gelê me dorpêç bikin. Di 6’ê mehê de, dema gelê me li dijî vê rabû serhildanê, komên çekdar êrişî gelê sîvîl kirin. Hêzên me bi armanca parastina sîvîlan bersiva êrişan dan û di encam de 2 hevalên me di vê berxwedanê de şehîd bûn.

Hevrêyê me Nûrî Mistefa Çîçeklî, li Helebê di nava malbateke welatparêz de ji dayik bû. Hevrêyê me hîn di destpêka şoreşê de, di sala 2014an de tevlî nav xebatên Hêzên Ewlekariya Hundirîn bû û 11 salan bi erka parastina gelê xwe rabû. Di gelek şer û hemleyan de bi awayek aktîf cîh girt. Hevrêyê me Nûrî bû xwedî kedek mezin, di warê berxwedana gel Helebê de weke pêşengê parastina nirx û rûmeta gelê xwe cîh girt  û bê hempa cîh girt. Hevrêyê me Nûrî Hemokan li bajarê Efrînê, di nav malbatek welatparêz de jidayîk bû. Hîn di temenê xwe yê ciwan de xwest bibe beşek ji xebata şoreşgerî û bi vê armancê tevlî nav Hêzên Ewlekariya Hundirîn bû. Ji sala 2012 û şûn de, bajarên Efrîn û Helebê, bi awayek girseyî li şoreşê xwedî derketin û di vê oxirê têkoşînek mezin dan. Çirûska şoreşa Rojava a ku li vê herêmê vêket, di şexse her dû hevalên me yên fedakar û dilwêrek de, bi hemû hêz û azweriya xwe îro jî berdewam dike.

Em wek Fermandariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn, di şexsê her du hevalên xwe yên şehîd de hemû şehîdên xwe yên şoreşê bibîr tînin. Em ji malbata şehîdên xwe re sersaxiyê dixwazin û em soz didin ku em ê li keda şehîdên xwe xwedî derkevin, daxwaza wan a azadiya gelê xwe pêk bînin."

(bb)