Îsraîlê baregehên Hizbullahê bombebaran kirin, Hizbullahê li Girê Colanê da

Îsraîlê baregehên Hizbullaha Lubnanê bombebaran kirin. Hizbullahê jî 70 moşek avêtin girên Colanê.

Îsraîlê baregehên Hizbullahê bombebaran kirin, Hizbullahê li Girê Colanê da
12 adar, 2024   12:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê artêşa Îsraîlê Avichay Adraee ragihand ku balafirên şer şeva borî baregehên Hizbullahê yên li devera Bîaqa ya Lubnanê bombebaran kirin.

Avichay Adraee bombebaran wek bersiva li hemberî êrişên çend rojên dawîn ên Hizbullahê yên li ser Colanê destnîşan kir.

Li gorî nûçeya rojnameya Times of Israel ku agahî ji artêşa Îsraîlê wergirtine, Hizbullahê îro danê sibê ji Lubnanê nêzîkî 70 moşek avêtin Colanê.  Lê nehat zanîn bê ka ziyanên canî hene yan na.

(bb)