Keştiya yekemîn a alîkariyên ji bo xelkê Xezayê ji Qibrisê derket

Yekemîn keştiya alîkariyê ya ji bo xelkê Xezayê ji bendera Qibrisê derket.

Keştiya yekemîn a alîkariyên ji bo xelkê Xezayê ji Qibrisê derket
12 adar, 2024   12:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Keştiya 200 ton madeyên xwarinê lê bar hatiye barkirin, vê sibehê ji bendera Laranka ya Qibrisê ber bi Xezayê ve bi rê ket. 

Berdevka rêxistina ‘Open Arms’ Laura Lanuza got keştiya rêxistinê saet di 06.50’an de bi rê ketiye.

Beriya çend rojan DYA’yê ragihandibû ku ew difikre ku korîdorên deryayî li beravên Xezayê ava bike da ku derbaskirina alîkariyan hêsan bike.

Ev keştî ya yekemîn e ku bi rêya deryayî ber bi Xezayê ve bi rê dikeve.

(bb)