Îsraîlê agirbesta li Lubnanê pejirand

Meclisa Wezîran a Ewlekariyê ya Îsraîlê peymana agirbesta li Lubnanê qebûl kir.

Îsraîlê agirbesta li Lubnanê pejirand
26 mijdar, 2024   22:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ragihand ku Meclisa Wezîran a Biçûk peymana agirbesta li Lubnanê qebûl kir.

Netanyahu diyar kir ku eger Hizbullah agirbestê bin pê bike dê Îsraîl bersiveke giran bide û got, "Armanc ji agirbestê girîngîdayîna gefa Îranê, aktîvkirina artêşa Îsraîlê, dûrxistina Hemasê û cudakirina qadên leşkerî ye."

Li gorî Ruetersˋê, çaverê ye ku sibe agirbest bikeve pratîkê.

(mh/fr)