Şandeya DEM Partiyê ji Îmraliyê vegeriya

Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê ku ji bo hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re çûbû Îmraliyê, ji giravê vegeriya. 

Şandeya DEM Partiyê ji Îmraliyê vegeriya
3 cotmeh, 2025   16:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Endamên Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Wekîla Wanê Pervîn Buldan, Wekîlê Rihayê Mîthat Sancar û parêzerê Buroya Hiqûqê ya Asrinê Faîk Ozgur Erol, ji bo hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re çûn Girava Îmraliyê. Şande, piştî hevdîtina bi Abdullah Ocalan re ji giravê vegeriya. Hat zanîn ku hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re 3 saet û nîvan domiyaye. Li bendê ye ku şande têkildarî hevdîtinê daxuyaniyeke nivîskî bide. 

 ANHA