Îsraîlê 2 êrîşên hewayî li başûrê Lubnanê pêk anî

Balafirên bê mirov ên Îsraîlê bajarokê El Nebetiya El Foqa hedef girt, grupên destwerdana lezgîn jî dema vemirandina agir de rastî gulebarên hatin. Di encamê de ti kes birîndar nebû.

Îsraîlê 2 êrîşên hewayî li başûrê Lubnanê pêk anî
2 tîrmeh, 2026   00:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Balafirên bê mirov ên bi çek ê Îsraîlê îro, li bajarokê El Nebetiya El Foqa ya başûrî Lubnanê 2 êriş pêk anî, êrişa yekemîn li ser seyarekê ku li taxa El Dêr sekinî bû ya duyemîn ji piştî wê bi nîv saetê pêk anî.

Dezgehên çapemeniyê yên Lubnanê diyar kir bi rêya balafira bê mirov bombeyeke bi deng li ser bajarokê hat avêtin. Grupa dilxwaz “Bêt El Telebe”, “Keşaf El Rîsala” û “El Heya El Sihiya” ji hêla hêzên Îsraîlê ve di dema vemirandina agirê bi seyarê ketî, hate gulebarankirin. Di encamê de ti kes birîndar nebû.

Bi van êrişan re, bombebaran û tevgera Îsraîlê li bajarokên din ên başûrê Lubananê berdewam kir. Bombeyeke deng li ser bajarokê Yatir hat avêtin û derdora Bêt Yahûn hat bombebrankirin.

(sb)