Li Humsê ciwanek hat kuştin

Li bajarê Humsê di êrişa çekdarên nenas de ciwanek hat kuştin.

Li Humsê ciwanek hat kuştin
2 tîrmeh, 2026   08:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gor agahiyên ku nûçegihanê me ji herêmê ragihandine, ciwanê bi navê Eymen El Rîfaî duh êvarî di êrişa çekdarên nenas de li nêzî çerxerêya 94‘an a taxa El Hemra ya bajarê Humsê hat kuştin.

Nûçegihanê me diyar kir ku çekdarên nenas ku li motorsîklêtê bûn, gule li Eymen El Rîfaî yê di erebeya xwe de bû, reşandin. El Rîfaî di cih de hat kuştin û êrişkar reviyan cihekî nediyar.

Aliyên têkildar heya niha der barê bûyerê de tu agahî parve nekirine.

(bb)

ANHA