Îsraîlê 2 endamên Tevgera Cîhad El Îslamî kuştin

Artêşa Îsraîlê ragihand 2 endamên Tevgera Cîhad El Îslamî li ser sînorê Lubnan-Sûriyeyê ku hewl didan ji Lubnanê bikevin Sûriyeyê kuştine.

Îsraîlê 2 endamên Tevgera Cîhad El Îslamî kuştin
17 sibat, 2026   20:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê artêşa Îsraîlê ragihand ku hêzên wan duh 2 endamên Tevgera Cîhad El Îslamî ya Filistînî, dema hewl dida ji Lubnanê derbasî Sûriyeyê bibin, kuştine.

Di daxuyaniyê de hat zelalkirin ku êriş li herêma Mejdel Encer li hundirê xaka Lubnanê pêk hatiye, di êrişê de 2 endamên Tevgera Cîhad El Îslamî ya Filistînî hewl didan ji Lubnanê bikevin xaka Sûriyeyê hatin kuştin. Wan her duyan di vê dawiyê de plan û êriş li dijî Îsraîlê ji xaka Lubnanê ve dikirin.

Artêşa destnîşan kir ku her du endaman gefên rasterast li welatiyên Îsraîlî û hêzên wan ên li qada Sûriyeyê kar dikin, dixwarin.

Artêşa Îsraîlê diyar kir ku ew ê xebatên xwe yên têkbirina hewldanên veguhastin çekdaran û rêbazên şer bi rêya sînorê Lubnan-Sûriyeyê bidomînin, da ku welatî û hêzên xwe yên li herêmê biparêzin.

(fr)