Şêniyên Çilaxayê banga tevlêbûna nava hêzên ewlehiyê kir

Şêniyên Çilaxayê diyar kir ku yekitiya pêkhateyan êrişan têk dibin û banga parastina herêmên xwe û tevlêbûna nava hêzên ewlehiyê kir.

Şêniyên Çilaxayê banga tevlêbûna nava hêzên ewlehiyê kir
18 sibat, 2026   02:35
QAMIŞLO
BESNA ŞEMO

Gelê Rojava li gorî pêdiviyên rewşa heyî xwe bi rêxistin dike û erkên xwe yên xweparastinê pêk tîne.

Der barê mijarê de şêniya bi navê Fatma Silêman a ji bajarê Çilaxa diyar kir ku gelê Rojava, bi pêkhateyên xwe yên cihêreng ên ku ji destpêka krîza Sûriyeyê ve bi hev re dijîn, rêgeza neteweya demokratîk wek bingeha parastina herêmên xwe û parastina ewlehî û aramiyê pejirandiye.

Fatmayê diyar kir ku “tiştê li herêmê îro dibe êrişeke sîstematîk û plankirî ye ji hêla hêzên herêmî ve tê krin." Her wiha destnîşan kir ku van aliyan, di 14 salên borî de, xwestin ku aramiya herêmê têk bibin, lê yekitiya civakên wê û hevgirtina gelê wê her carê van planan têk biriye û got: "Yekitî ji hemû planên wan bi hêztir e û em ê wê yekitiyê biparêzin."

Fatmayê da zanîn kir ku xweparastina li kêleka hêzên leşkerî yên Yekîneyên Parastina Gel (YPG), Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), di salên borî de bû sedema parastina herêmê. Her wiha destnîşan kir ku di qonaxa heyî de pêdivî bi xurtkirina vê prensîbê heye. Fatmayê bang li hemû şêniyên Rojava kir ku herêmên xwe biparêzin û tev li hêzên ewlehiyê bibin.

Şêniyê bi navê Elî El Xidir diyar kir ku şert û mercên heyî û komployên xeternak ên li dijî ewlehî û aramiya herêmê, dê nehêlin ku şênî ji regeza parastina xwe dûr bikevin.

El Xidir got çi peyman çêbin an çi guhertin, ew ê li herêmên xwe bimînin û da zanîn ku "îro roja berpirsiyariyê ye ji bo her kesek û her pêkateya ku li ser axa Rojava dijî ku herêmê ji planên kuştin, talan û diziyê biparêzin."

El Xidir bal kişand ser rewşa bajarên Reqa û Dêrazorê ku kuştin, tevlihevî, bêewlehî û zêdebûna lêçûnên jiyanê lê zêde bûye. El Xidir li hember hewldanên kişandina herêmê nav kaosê û fitneyê û nefretê hişyarî da û bangeke taybet li ciwanan kir ku ji bo parastina herêmên xe tev li hêzên parastinê bibin.

Heyfa Mihemed jî diyar kir ku gel dê herêmên xwe biparêze û destkeftiyên xwe û yekitiya Kurdan biparêze. Heyfayê soz da ku dê li kêleka hêzên parastinê bisekinin da ku herêmê xwe û destkeftiyên ku bi xwîna kurên wan hatine bidestxistin biparêzin.

Heyfa Mihemed banga xwebirêxistinkirin û tevlêbûna nava refên hêzên ewlehiyê kir û ev yek wek erkeke exlaqî û welatparêzî nîşan da.

(k)

ANHA