Îsraîl plan dike sibe ji Lubnanê vekişe

Berpirsekî Îsraîlê aşkera kir ku artêşa Îsraîlê plan dike ku sibe ji Lubnanê vekişe.

Îsraîl plan dike sibe ji Lubnanê vekişe
17 sibat, 2025   18:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî berpirsekî Îsraîlî ku navê xwe aşkera nekir, ji rojnameya " The Times of Israel" re, got Îsraîl plan dike ku sibe ji Lubnanê vekişe û ew vekişîn jî li gorî bendên agirbestê ye.

Berpirsê îsraîlî got, "Weke me gotiye, me berpirsekî mezin ê Hemas’ê li bajarê Seyda yê Lubnanê, ne li başûrê Lubnanê kuşt. Ji ber wê em ê di vê yekê de bi israr bin. Tiştê beriya 7’ê Cotmeyê de rû daye careke din rû nade û em ê êrişî her gefekê bikin û em ê teqez bikin ku Hizbullah ji sizayê nefilite û ji Îranê fînanseyê wernegire."

Tevî van îdiayan wezîrê Kar û Barên Stratejîk a Îsraîlê Ron Dermer di demeke berê de gotibû artêşa Îsraîlê wê di 5 nuqteyên stratejîk ên li başûrê Lubnanê de bimîne.

Li gorî naveroka agirbestê, agirbesta bi Hizbullah re didome, lê pêwîst e heta 18’ê Sibatê hêzên Îsraîlê vekişînê temam bike û Hizbullah Jî ji başûrê Lubnanê vekişe, lê tenê divê artêşa Lubnanê li wir hebe.

(fr)