Li Reqayê şehîd Kerem El Hemed di çilrojiya şehadeta xwe de hat bibîranîn

Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantonên Reqa, Tebqa û Dêrazorê şehîd Kerem El Hemed a ku di êrişa balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbû, di çilrojiya wê de bi bîr anî û soza şopandina rêça wê da.

17 sibat, 2025   17:53
REQA

Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantonên Reqa, Tebqa û Dêrazorê li hola Mişwar a Reqayê, ji bo şehîd Kerem El Hemed merasîma çilrojiyê organîze kir. Kerem El Hemed di êrişa balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker a 10’ê Çileyê de ya li dijî karwana gel ku berê xwe dida Bendava Tişrînê, şehîd bûbû.

Di çalakiya bîranînê de hevserokatiya Meclisa Rêveber a kantona Reqa, endamên saziyên Rêveberiya Xweser, Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Kantonên Reqa, Tebqa û Dêrazorê, Meclisa Malbatên Şehîdan, nûnerên partiyên siyasî û meclisa leşkerî beşdar bûn.

Piştî deqeya rêzgirtinê li ser jiyana şehîd Kerem El Hemed sînevîzyonek hat pêşkêşkirin. Dûre hevserokê Meclisa Rêveber a kantona Reqa Meşleb El Tirkan axivî û got: "Bendava Tişrînê bûye bendava berxwedanê. Ji lew re em bang li tevahî hêzên nîştimanî yên li Sûriyeyê dikin ku em di diyaloga nîştimanî ya avakirina Sûriyeya demokratîk, azad û nenavendî de bibin hevkar."

El Tirkan wiha domand: "Belê, gelek astengî li ser asta aborî, xizmetguzarî û ewlehî hene, lê bi vîna gelan û şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê em dikarin van astengiyan derbas bikin. Fedakariyên şehîdên me badilhewa naçin."

Her wiha birayê şehîd Kerem El Hemed, Ebdullah El Hemed jî axivî û got: "Kerem di dema parastina xak û rûmetê xwe di berxwedana Bendava tişrînê de şehîd bû û ji mirinê neditirsî. Mirin bi lehengî û baweriyekê pêşawaz kir. Bawer bû ku şehadet rêya ber bi nimirbûnê ve ye."

Koordînasyona Jinan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Newroz Muslim jî got: "Em îro lehenga xwe Kerem El Ehmed, jina ciwan ku di oxira parastina xakê de canê xwe daye, bi bîr tînin."

Çalakî bi pêşkêşkirina şanoyekê li ser berxwedana jinan a li bendava Tişrînê ji hêla koma Zenûbiya ya Hîlala Zêrîn ve, bi dawî bû.

(fr)

ANHA