QSD’ê nasnameyên 5 şervanan aşkera kirin û soza domandina berxwedanê da

QSD’ê nasnameyên 5 şervanên ku di bersivdana êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de, di dem û cihên cuda de şehîd bûne, aşkera kirin û soza domandina berxwedanê da.

QSD’ê nasnameyên 5 şervanan aşkera kirin û soza domandina berxwedanê da
17 sibat, 2025   18:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê nasnameyên 5 şervanên xwe aşkera kirin.

Berfirehiya daxuyaniya QSD’ê wiha ye:

"Digel êrişên bênavber ên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û ketina meha xwe ya sêyemîn de rewşa leşkerî ya li meydanê pir aşkera ye. Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di pêkanîna armancên xwe yên dagirkirina herêmên din ji Sûriyeyê de, tevî ku hemû bawer in ku artêşa Tirk yekser beşdarî van êrişan bûye, lê bi bin ketin. Dagirker li hemberî lehengiya şervanên me ku bi şev û roj bersivê didin alava leşkerî ya dagirkeran û zirarên mezin digihînin wan, têk çûn. Êdî dagirker li rêyekê digerin ku şerma têkçûyîna xwe ya li hemû eniyan veşêrin, bi taybet li eniyên Bendava Tişrînê û pira Qereqozaqê.

Şervanên me yên ku li eniyan berxwedanê raber dikin, hêza xwe ya moralê û vîna xwe ji piştgiriya gelê me bi hemû pêkhateyên wê werdigirin. Dijmin ne tenê di leşkerî de têk çû, lê di aliyê hembêzkirina gel de jî têk çû. Gelê me şervanên xwe hembêz kirin û bersiv da êriş û planên dagirkeran têk birin.

Em bi serbilindî û rûmetdarî nasnameyên şervanên xwe yên ku di berxwedana dîrokî ya li dijî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de di dem û cihên cuda de şehîd ketine aşkera kirin û wiha ne; Yasir/Ehmed Xelef, Xalid/Xalid Etaallah El Ehmed, Zagros Reqa/Ebdullah Hisên Ebdullah, Azad Ereb/Elî Îbrahîm Elî, Kemal Pîr/Mihemed Îbrahîm Elî.

Em sersaxiyê ji malbatên van şehîdên xwe û tevahî malbatên şehîdan re dixwazin û soza xwe ya şopandina rêça wan heta pêkanîna armancên wan nû dikin.

Agahiyên der barê nasnameyên şehîdan de wiha ne:

Nasnav: Yasir

Nav û paşnav: Ehmed Xelef

Navê dayikê: Zehra

Navê bav: Xalid

Cihê jidayikbûnê: Hesekê

Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor, bi nexweşiyeke giran şehîd bû, 14’ê Sibata 2025’an

Nasnav: Xalid

Nav û paşnav: Xalid Etaallah El Ehmed

Navê dayikê: Meryem

Navê bav: Etaallah

Cihê jidayikbûnê: Dêrazor

Cih û dîroka şehadetê: Tebqa-Curniye-gundê Memûdlî-15’ê Sibata 2025’an

 

Nasnav: Zagros Reqa

Nav û paşnav: Ebdullah Hisên Ebdullah

Navê dayikê: Cewahir

Navê bav: Hisên

Cihê jidayikbûnê: Reqa

Cih û dîroka şehadetê: Pira Qereqozaqê, 16’ê Kanûna 2024’an

Nasnav: Azad Ereb

Nav û paşnav: Elî Îbrahîm Elî

Navê dayikê: Sîham

Navê bav: Îbrahîm

Cihê jidayikbûnê: Reqa

Cih û dîroka şehadetê: Pira Qereqozaq, 16’ê Kanûna 2024’an

Nasnav: Kemal Pîr

Nav û paşnav: Mihemed Îbrahîm Elî

Navê dayikê: Meryem

Navê bav: Îbrahîm

Cihê jidayikbûnê: Reqa

Cih û dîroka şehadetê: Minbic, 10’ê Kanûna 2024’an."

(fr)