Îsraîl: Operasyonên me yên bejahî berfireh dibin

Artêşa Îsraîlê ragihand ku operasyonên wan ên bejahî li Xezayê berfireh dibin. Tevgera Hemasê jî diyar kir ku navbera çekdarên wê û hêzên Îsraîlê de şer û pevçûnên giran rû didin.

Îsraîl: Operasyonên me yên bejahî berfireh dibin
28 cotmeh, 2023   09:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Şerê ku 7`ê Cotmehê navbera Îsraîlê û Hemasê dest pê kiriye, di roja 22`yan de bi dijwarî dewam dike. 

Artêşa Îsraîlê duh êvarê ragihand ku operasyonên wan ên bejahî li Xezayê berfirehtir dibin. Ev daxuyanî hemwextî bombebarana dijwar a li djiî Xezayê hatin dayîn.

Baskê leşkerî yê tevgera Hemasê “Tabûrên Izzedîn El Qesam” jî daxuyaniyek da û diyar kir ku li Xezayê di navbera çekdarên wê û hêzên Îsraîlê de şer û pevçûnên giran rû didin.

Li gorî bîlançoya dawîn a Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê, ji destpêka şer ve di encama bombebaranê de herî kêm 7 hezar û 326 filistînî ku 3 hezar û 38 ji wan zarok, hezar û 726 jî jin in hatine kuştin. Li gorî bîlançoya artêşa Îsraîlê jî, ji 7`ê Cotmehê ve herî kêm hezar û 400 welatiyên Îsraîlê hatine kuştin.

Tê destnîşankirin ku li Xezaya dorpêçkirî torên peywendî û înternetê bi temamî qut bûne. Şîrketên peywendiyan û Komeleya Heyva Sor diyar dikin ku ev qutbûn ji ber bombebarana Îsraîlê ye.

(c)