Li Reqa û Dêrazorê projeyên qîrkirina rêyan leztir didomin

Li gundewarê rojhilatê Dêrazorê projeyên qîrkirina rêyan ber bi dawî ve diçin. Şaredariya Gel a Reqayê ji 45 kolanên sereke, qîrkirina rêyên 33 kolanan bi dawî kirine.

28 cotmeh, 2023   09:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîteya Xizmetguzariyê ya Dêrazorê  di 20'ê Îlonê de, projeyên qîrkirina rêya alternatîfa rêya giştî ya di navbera bajarokê Ebû Hemam û bajarokê Hecînê de dabû destpêkirin. Projeya qîrkirina rêya bajarokê Baxozê jî ber bi bidawîbûnê ve bir.

Dirêjiya rêya di navbera Ebû Hemam û Hecînê de 15 kîlometre, qalindbûna wê 8.5 santîmetre û firehbûna wê jî 5 metre ye. Her wiha dirêjahiya rêya Baxozê jî hezar û 200 metre ye, qalindbûna wê 8 santîmetre û firehbûna wê 4.5 metre ye.

Piştî bidawîkirina qîrkirina rêya Ebû Hemam û Baxozê, komîteyê dest bi qîrkirina rêya kolana Meraşde ya bajarokê Sûsê kir. Dirêjiya vê rêyê 2 hezar û 500 metre, qalinbûna wê 8 santîmetre û firehbûna wê 5 metre ye.

Niha jî rêya Şiliş a diçe kolane giştî ya taxa Meraşîd tê qîrkirin. Dirêjahiya vê rêyê 2 hezar û 500 mtere ye, qalindbûna wê 8 santîmetre ye, her wiha firehbûna wê 5 metre ye.

Hevserokê Komîteya Xizmetguzariyê ya Gundewarê Rojhilat ê Dêrazorê Xelîl El Hindawî da zanîn ku di plansaziya 2023'yan de, dê nêzî 12 hezar metrekab qîr were bikaranîn.

El Hindawî wiha domand: "Piştî bidawîkirina projeyên qîrkirinê li bajarokê Sûsê, plansaziyên din hene. Em rêya navenda tenduristiyê ya Hecînê qîr bikin, dirêjiya vê rêyê 800 metre ye. Her wiha em ê qîrkirina rêya giştî ya bajarokê Hecînê bidomînin ku me par dabû destpêkirin. "

El Hindawî diyar kir ku derbarê projeyên ku ji şaredariya Baxozê de hatin wergirtin, tenê projeya rêya giştî hat hilbijartin.

Li Reqayê jî, Komîteya Rêveberiya Xwecih û Şaredariyan a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Reqayê di 1'ê Hezîranê de projeya qîrkirinê ya di plansaziya 2023'yan de da destpêkirin. Ji bo pêkanîna vê projeyê 140 rojan  hatin diyarkirin û 25 hezar metrekab qîr hat veqetandin.

Ji destpêka projeyê de, komîteyê ji 45 kolanên di  plansaziyê hatine diyarkirin de, rêyên 33 kolanên bajarê Reqayê qîr kirin.

Komîteyê rêyên sereke û yên çalak wek kolana Wadî, rêya Sînaa û rêya di navbera mûzexaneyê û Kornîş de bi dirêjiya kîlometreyekê qîr kirin. Her wiha kolanên çerxerêya Delê, rêya Trênê, Parka Spî û gelek kolanên din ên nesereke jî hatin qîrkirin.

Endamê Komîteya Çavdêriyê ya projeyên qîrkirinê Mehmûd El Hemam da zanîn ku xebat dê berdewam bike heta hemû rêyên di plansaziya 2023'yan de werin qîrkirin.

El Hemam got: " Ekîbên em di van rojan de rêyên kolana Saciye qîr dikin, piştre dê berê xwe bidin kola Mizgefta Hilêsat a li taxa Meşleb."

(mh)

ANHA