Îsraîl lêkolîn dike ku çekên giran bide niştecihên Şerîaya Rojava

Di raporên ragihandinê yên Îsraîlê de hat diyarkirin ku Tel Avîv lêkolîn dike ku çekên giran bide niştecihên li bakurê Şerîaya Rojava.

Îsraîl lêkolîn dike ku çekên giran bide niştecihên Şerîaya Rojava
4 ÇILE, 2026   22:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Îsraîl, ji bo hebûna xwe ya leşkerî li bakurê Şerîaya Rojava lêkolîna planeke berfireh dike, weke zêdekirina biçekên niştecihan bi çekên giran (doçka û fûzeyan), li kêlek wê jî hewl dide avahiyên nû ji niştecihan re ava bike û taxên din vegerîne.

Rojnameya Îsraîlî "Yedioth Ahronoth" ragihand ku artêşê dest bi xurtkirina domdar a hêzên xwe li bakurê Şerîaya Rojava kiriye.

Li gorî rojnameyê, artêş li bakurê Şerîaya Rojava li ser çêkirina rêyên nû dixebite, di nav de rêyek ku gundê Sîla El Zahir ê Filistînê derbas dike, li kêlek wê cihekî leşkerî yê nû ji bo parastina wargeha "Sanur" a ku berê hatibû valakirin, ava dike.

Rojnameyê da zanîn ku tê texmînkirin ku heman gavan li derdora avahiya niştecihî ya "Homiş", avahiyên niştecihbûnê yên "Kadîm" û "Xanîm" pêk bînin.

Rojnameyê ka agahiyên xwe dispêre berpirsên leşkerî da zanîn ku ku operasyonên berfireh ên ku artêşê di 2 salên borî de, bi taybetî li bakurê Şerîaya Rojava û kampa Jenînê pêk anîne, rê li ber berfirehbûna çalakiyên niştecihbûnê li wan deveran vekiriye, ji ber ku tiştê ku ew wekî "astengkirin" bi nav dikin, ketina hêzên Îsraîlî nav kamp û bajarokên Filistînî di ronahiya rojê de hêsan kiriye.

(ac/fr)

ANHA