Li Hesekê Şehîdên Komkujiyên Parîsê hatin bibîranîn

Kongra Star a Hesekê bi şevbuhêrkeke hunerî Şehîdên Komkujiyên Parasînê bi bîr anîn.

4 ÇILE, 2026   21:32
HESEKÊ

Kongra Star a bajarê Hesekê bi şevbuhêrkeke hunerî li Navenda Hîlala Zêrîn Şehîdên Komkujiya Yekemîn a Parastinê (9 Çile 2013) şehîd Sakîna Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemaz, Şehîdên Komkujiya Duyemîn a Parîsê (23 Kanûn 2022) şehîd Emîne Kara (Evîn Goyî), Mîr Perwer û Abdurahman Kizil ên ku bi destî MÎTˊê li Parîsê hatine şehîdxistin, bi bîr anîn.

Di şevbuhêrkê de bi dehan kesên eleqeyê didin huner û helbestê, endamên Hîlala Zêrîn, endamên Navenda Çand û Hunerê amade bûn.

Çalakî bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, dûre rêvebera Kongra Star a Hesekê Viyan Efrîn axivî û diyar kir ku "Em nikarin di axaftinê de mafên şehîdên komkujiyên Parîsê bidin, ji ber em ê kêm bimînin. Divê heta pêkanîna armanc û hêviyan wan em li ser rêça wan bin."

Di şevbuhêrkê de hejmarek hunermendan stranên folklorîk ji bo şehîdên di oxira Şoreşa Rojava û Kurdistanê de canê xwe feda kirine, gotin.

(fr)

ANHA