Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê di saetên şevê de xwepêşandanan dewam kirin

Çalakî û xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê di saetên şevê de jî dewam kirin. Li Merîwanê kesek hate destgîrkirin.

Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê di saetên şevê de xwepêşandanan dewam kirin
4 ÇILE, 2026   21:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê her diçe berfireh dibe, di saetên şeve de jî dewam kirin. Di nava rojê de li gelek cihan dikan nehatin vekirin.

Di saetên êvarî de hêzên rejîma Îranê li Merîwanê welatiyê bi navê Umêd Rawend destgîr kir.

Hate ragihandin ku Umêd Rawend li Qada Serbaz hate revandin û birine cihekî nediyar. Heta niha ti agahî li ser aqûbeta wî nîn e.

Li aliyê din li bajarê Şîraz, Yasûc û Abadî şer û aloziyên xurt pêk hatin.

Li Meşhed û Şêraz, navçeya Saman a parêzgeha Çarmehal û Bextiyarî çalakiyên girseyî pêk hatin.

Niha jî welatiyên bajarê Kirmanşan û Îlan daketine ser rê û agir dadane.

Heta niha daneyên qetilkirin û birîndarên di çalakiyan de nehatine ragihandin.