Îsraîl: Filistîniyek dema hewl da êriş bike hat kuştin

Polîsên Îsraîlê ragihand ku ciwanekî filistînî hewl da bi kêrê êrişî endamên wê û yên hêzên parastina sînor bike, hat kuştin.

Îsraîl: Filistîniyek dema hewl da êriş bike hat kuştin
4 îlon, 2026   10:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Polîsên Îsraîlê berbanga îro ragihand ku li herêma Bab El Amûd ê bajarokê Kevin ê Qudsê ciwanekî filistînî bi guleyên hêzên wê hat kuştin. Polîsan îdia kir ku ciwanê filistînî hewl da bi kêrê êrişî polîsan û hêzên parastina sînor ên Îsraîlê bike.

Di daxuyaniya hevbeş a Polîsên Îsraîlê û hêzên parastina sînor de hate gotin "Hêzên li derdora Bab El Amûd operasyoneke terorî pûç kir."

Her wiha hate îdiakirin ku ciwanê filistînî bi alaveke tûjî nêzî endamên hêzên ewlekarî û şaredariyê bû û hewl da êrişî wan bike.

Li gorî daxuyaniyê, polîsan û hêzên parastina sînor gule avêtin wî ciwan û di cih de hat kuştin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, di bûyerê de zerar li endamên polîsan û hêzên parastina sînor nebû.

(bb)