Di şerê Hûsiyan û hêzên hikumeta Yemenê de herî kêm 80 kes hatin kuştin

Hate ragihandin ku di şer di navbera hêzên hikumeta Yemenê û Hûsiyan de zêdetirî 80 kes hatin kuştin.

Di şerê Hûsiyan û hêzên hikumeta Yemenê de herî kêm 80 kes hatin kuştin
4 îlon, 2026   10:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên leşkerî û bijîşkî yên her du aliyan ragihandin ku di encama şerê ji duh ve yê di navbera hêzên hikumeta Yemenê û Hûsiyan de zêdetirî 80 kes hatine kuştin.

Rayedarekî leşkerî yê Yemene nexwest navê xwe aşkera bike got, 24 endam di şer li nêzî peravên rojava de hatin kuştin. Rayedarekî din ê leşkerî jî got di şerê li parêzgeha Teezê de 15 kes hatin kuştin.

Çavkaniyên bijîşkî yê li herêma di bin kontrola Hûsiyan de bi kêmanî 42 kes hatin kuştin.

(bb)