Hêzên Îsraîlê bendeke kontrolê li bakurê Quneytîrayê danî

Dewriyeyeke hêzên Îsraîlê ku ji 3 wesayîtan pêk tê, ket gundê Ofanya yê li bakurê Quneytîrayê û bendeke kontrolê danî.

Hêzên Îsraîlê bendeke kontrolê li bakurê Quneytîrayê danî
4 îlon, 2026   12:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Liv û tevgerên hêzên artêşa Îsraîlê li başûrê Sûriyeyê dewam dikin.

Dewriyeya Îsraîlê ku ji 3 wesayîtên leşkerî pêk dihat, ket gundê Ofanya yê li bakurê Quneytîrayê û bendeke kontrolê danî, her wiha li nava gund belav bû.

Der barê operasyon û girtinan de agahî bi dest neketin.

(bb)