Îsraîl: Balafirên me mezintirîn êriş di dîroka Hêzên Hewayî de pêk anîn

Artêşa Îsraîlê ragihand ku wan bi beşdariya nêzîkî 200 balafirên şer, weke mezintirîn êriş di dîroka hêza xwe ya hewayî de pêk aniye û zêdetirî 500 baregehên leşkerî û sîstemên parastina hewayî yên di hundirê Îranê de kirine armanc.

Îsraîl: Balafirên me mezintirîn êriş di dîroka Hêzên Hewayî de pêk anîn
28 sibat, 2026   21:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê ragihand ku wan nêzîkî 200 balafirên şer beşdarî êrişa berfireh a li ser hedefên Îranê kirine, her wiha êrişa asmanî wekî "mezintirîn êriş di dîroka Hêza Hewayî de" bi nav kir.

Artêşê di daxuyaniya xwe de got: "Ji vê sibehê ve, me nêzîkî 200 balafirên şer ên Hêza Hewayî êrişeke berfireh a hewayî li dijî pergalên mûşekî û pergalên parastina hewayî yên rejîma Îranê li rojava û navenda Îranê pêk anîne."

Her wiha li gorî daxuyaniyê bi sedan teqemenî li ser zêdetirî 500 hedefan, di nav de parastina hewayî û cihên avêtina mûşekan, li gelek deverên Îranê avêtin.

(ac)

ANHA