Malbatên dîlgirtiyan Li Amûdê: Em zarokên xwe dixwazin

Malbatên dîlgirtiyan li bajarê Amûdê daketin kolanan û bang li hikûmetê kirin ku şertên peymana bi QSD'ê re bicîh bîne.

Malbatên dîlgirtiyan Li Amûdê: Em zarokên xwe dixwazin
Malbatên dîlgirtiyan Li Amûdê: Em zarokên xwe dixwazin
Malbatên dîlgirtiyan Li Amûdê: Em zarokên xwe dixwazin
Malbatên dîlgirtiyan Li Amûdê: Em zarokên xwe dixwazin
28 sibat, 2026   22:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Malbatên dîlgirtiyên ku ji aliyê hikûmeta demkî ve hatine girtin, li Qada Jina Azad a bajarê Amûdê xwepêşandanek li dar xistin û daxwaz kirin ku hikûmet zarokên wan ên girtî serbest berde û şertên peymana bi Hêzên Sûriya Demokratîk QSD'ê re ku di 29'ê Çile de hatibû îmzekirin, bicîh bîne.

Malbatan pankartên bi nivîsên: "Vegera girtiyan berî her rêkeftinekê", "Em wan sax dixwazin, em wan hemûyan di nav xwe de dixwazin", "Paşxistin xiyanet e û bê rumetî ye" hildan.

Malbatan diyar kirin ku berdewamiya girtina zarokên wan binpêkirina mafên mirovan e û êşa wan zêde dike, her wiha bang li hikûmeta demkî kirin ku şertên peymanê bi QSD'ê re bicîh bîne û bi lez û bez bersiva daxwazên wan bide û zarokên wan serbest berde.

(ac)

ANHA