Îran Tengava Hurmuzê li ber deryavaniya navneteweyî girt

Îranê Tengava Hurmuzê heta demeke din li ber deryavaniya navneteweyî girt, ev yek dê bibe sedema bandorên aborî û ewlehiyê yên berfireh li ser asta herêmê û navneteweyî.

Îran Tengava Hurmuzê li ber deryavaniya navneteweyî girt
28 sibat, 2026   21:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro, Şemiyê, Pasdarên Şoreşa Îranê ragihand ku wan Tengava Hurmuzê ji bo deryavaniya navneteweyî heta deme din giriye û diyar kir. Ev biryar weke bersivekê li hember êrişên Amerîka Îsraîlê yên li dijî xaka Îranê  hat dayin.

Dezgehên ragihandinê li ser zimanê serkirdeyekî Pasdarên Şoreşê ragihand ku biryara girtina tengavê ji niha ve ketiye warê cîbicîkirinê de.

Tengava Hurmuzê yek ji girîngtirîn rêyên deryayî yên stratejîk e li cîhanê, ji ber ku 20 ji sedî tevaya petrola cîhanî ji wir derbas dibe.