Îsmaîl Qaanî: Hizbullah roj bi roj bêtir geş dibe

Fermandarê Hêza Quds a Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê Îsmaîl Qaanî ragihand ku hêzên eniya berxwedanê û Hizbullahê, wê bibin sedema tunebûna Îsraîlê ji herêmê. Qaanî destnîşan kir ku Hizbullah roj bi roj bêtir geş dibe.

Îsmaîl Qaanî: Hizbullah roj bi roj bêtir geş dibe
6 îlon, 2026   13:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandarê Hêza Quds a Pasdarên Şoreşa Îranê Îsmaîl Qaanî, têkildarî hewildanên wan ên ji bo bihêzkirina komên çekdar û rûbirûbûna Îsraîlê ji medyayê re axivî.

Qaanî ragihand ku Hizbullah rojane serbilindî û serxwebûna Libnanê mîsoger dike. Her wiha diyar kir ku ev tevger roj bi roj bêtir geş dibe, bilindtir dibe û dibe cihê şanaziyê.

Îsmaîl Qaanî bal kişand ser krîzên Îsraîlê û got: “Krîzên kûr û piralî yên leşkerî, ewlehî, siyasî, aborî û exlaqî, Îsraîl aniye ber sînorê hilweşîn û tunebûnê”.

Hêjayî gotinê ye ku niha hikûmetên Iraq û Libnanê ji bo ku Eniya Berxwedan û Hizbulahê bê çek bikin di nava hewldanan dene. Ev yek jî daxwaza sereke ya Amerîkayê ye.