Çalakiya rûniştinê ya malbatên dîlgirtiyan di roja 6`emîn de ye

Li Kobanê malbatên dîlgirtiyan dest bi çalakiya rûniştinê kirin û ev bûye 6 roj çalakiyan wan didome.

Çalakiya rûniştinê ya malbatên dîlgirtiyan di roja 6`emîn de ye
Çalakiya rûniştinê ya malbatên dîlgirtiyan di roja 6`emîn de ye
Çalakiya rûniştinê ya malbatên dîlgirtiyan di roja 6`emîn de ye
Çalakiya rûniştinê ya malbatên dîlgirtiyan di roja 6`emîn de ye
Çalakiya rûniştinê ya malbatên dîlgirtiyan di roja 6`emîn de ye
Çalakiya rûniştinê ya malbatên dîlgirtiyan di roja 6`emîn de ye
6 îlon, 2026   13:52
KOBANÊ
DICLE EHMED

Malbatên dîlgirtiyan ev bûye 6 roj ku li pêşiya avahiya Gerînendeyê Herêmê dest bi çalakiya rûniştinê kirine û daxwaz dikin ku aqûbeta zarokên wan diyar bibe. 

Çalakiya rûniştinê ji malbata Mihemed Bereke dest pê kir, piştre hejmara wan bû 6 malbat û konên xwe li pêşiya avahiya Gerînendeyê Herêmê danîn. Malbatên dîlgirtiyan wêneyên zarokên xwe rakirine û çalakiya wan didome.

Mihemed Selman Derwîş got: "Kurê min ev bûye 9 meh li gundê Dibsî Efnan ê herêma Dêr Hafirê hate girtin. Ew şervan bû û parastina welatê xwe dikir, em dixwazin li ser rewşa wî agahî wergirin, em gelek caran hatin gel gerînendeyê herêmê û her tim soz daye me lê heyanî niha me tu agahî li ser kurê xwe wernegirtiye. Em ji vir naçin heyanî ku rewşa kurê xwe fêm bikin".

Evîn Baqî jî got: "Birayê min Ferzad ev bûye 9 meh ku li Dêra Zorê wenda bûye û me ji roja 18`ê çileyê heyanî niha tu agahî jê wernegirtiye û em nizanin birayê min saxe yan jî şehîd bûye. Em daxwaz dikin ku aqûbeta wan were naskirin û dê çalakiya me bidome heyanî ku em têkildarî wan agahî bigirin."

Çalakvanan anîn ziman ku Gerînendeyê Herêmê heyanî niha ew nedîtine û tu agahî nedaye wan.

Her wiha diyar kirin ku ew ê çalakiya xwe ya rûniştinê berdewam bikin û daxwaz ji aliyên têkildar û rêxistinên mafên mirovan kirin ku destwerdana dosya dîlgirtî û wendayan bikin.

(np)

ANHA