Xwendekar dixwazin bi zimanê xwe fêr bibin

Îro bi sedan xwendekarên bajarê Hesekê, li dijî biryara Wezareta Perwerdeê ya veqetandina tenê 3 demjimêran di hefteyê de ji bo hînkirina zimanê Kurdî, qebûl nekirin derbasî dibistanên xwe bibin. xwendekaran daxwaza naskirina ziman û mafê xwe yê fêrbûna bi zimanê dayikê kirin.

Xwendekar dixwazin bi zimanê xwe fêr bibin
Xwendekar dixwazin bi zimanê xwe fêr bibin
Xwendekar dixwazin bi zimanê xwe fêr bibin
Xwendekar dixwazin bi zimanê xwe fêr bibin
Xwendekar dixwazin bi zimanê xwe fêr bibin
6 îlon, 2026   12:15
HESEKÊ

Îro bi sedan xwendekarên bajarê Hesekê li dijî biryara Wezareta Perwerdeê ya veqetandina tenê 3 demjimêran di hefteyê de ji bo hînkirina zimanê Kurdî, qebûl nekirin derbasî dibistanên xwe bibin.

Ajansa me nerazîbûnên xwendekaran û redkirina wan a destpêkirina sala nû ya xwendinê ya 2026-2027, ku îro dest pê kir, şopand.

Xwendekara bi navê Nurcan Mihemed got, "Em mafê xwe yê fêrbûna bi zimanê Kurdî dixwazin. Em nikarin bi Erebî fêr bibin û 2 demjimêrên ku ji bo Kurdî hatine veqetandin ji bo me têrê nakin."

Xwendekarê binavê Îbrahîm Amir got, "Heta ku pirsgirêka zimanê Kurdî çareser nebe, ez ê neçim dibistanê. Çima em nikarin bi zimanê xwe fêr bibin dema ku ew zimanê me yê dayikê ye? 3 ders ji bo me têrê nakin, û heke zimanê Kurdî di destûrê de neyê naskirin, em ê neçin dibistanên xwe."

Herwiha xwendekara bi navê Zîlan Ebdulezîz Mihemed got, "Em dixwazin bi zimanê xwe yê dayikê biaxivin, 3 ders ji bo me têrê nakin. Em dixwazin Îngilîzî û Erebî fêr bibin, lê daxwaza me ya sereke ew e ku zimanê me were naskirin û em bikaribin li dibistanan pê biaxivin."

Mamoste Sûreya Derwîş got ku 3 dersên zimanê Kurdî yên heftane "ji bo xwendekaran têrê nakin" û hêviya xwe anî ziman ku perwerdeya zimanê Kurdî li dibistanan berdewam bike.

Sûreya got, "Çawa ku civaka Ereb dixwaze bi zimanê xwe fêr bibe, em Kurd jî dixwazin bi zimanê xwe yê Kurdî fêr bibin."

(k)

ANHA