Iraqê daxwaza civînekê ji bo wezîrên derve yên Ereban kir

Wezîrê Karên Derve yê Iraqê daxwaza civîneke awarte ji wezîrên karên derve yên Ereban kir, da ku "helwestên erebî" li hember pêşdeçûnên lez ên li herêmê û rûbirûbûna zehmetiyên heyî yekgirtî be.

Iraqê daxwaza civînekê ji bo wezîrên derve yên Ereban kir
18 hezîran, 2025   18:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Derve ya Iraqê bi daxuyaniyekê diyar kir ku wezîrê Karên Derve yê Misrê Bedir Ebid El Atî bi rêya telefonê bi wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fûad Hisên re, pêşdeçûnên dawîn li qada herêmê, nexasim guhertinên ku di rêveçûna şerê li dijî Îranê de çêbûne, bandorên wî li ser ewlehî û îstîqrara herêmê de, nîqaş kirin.

Li gorî daxuyaniyê, li kêlek civîna Rêxistina Hevkariya Îslamî ya ku wê di hefteya bê de li Stenbolê li dar bikeve, Hisên banga civînek awarte ji bo wezîrên karên derve yê Ereban kir. Armanc ji civînê ew e ku yekhelwestiya Ereban ji bo pêşdeçûnên lez û rûbirûbûna zehmetiyên heyî bi rihê kolektîv û berpirsiyar hebe.

(ac/fr)

ANHA