ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 2- 6 – 2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 2- 6 – 2025
2 hezîran, 2025   02:00

Kesên ku beşdarî xelekên xwendina pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan bûne, dixwazin bigihêjin hişmendiya avakirina civakeke polîtîka ya exlaqî li ser esasê projeya neteweya demokratîk. Beşdar dixwazin nêrînek nû peyda bikin ku civakan xurt dike û nirxên dadwerî û azadiyê bi hêz bike. BI WÊNE Û DÎMEN

Berî 30 salan şehîd Alî Haydar Kaytan serdana malbata Ebdulkerîm Edbo ya li gundê Ebidselam li gundewarên Serêkaniyê kiribû. Lê bîranînên wê serdanê hîna di dilê malbatê de zindî mene. BI WÊNE Û DÎMEN

SZK’ê ya bajarê Helebê li navenda xwe ya li taxa Şêxmeqsûd û derveyî wê di nava meclis û saziyan de, her 4 mehan nêzî 150 kesan perwerde dike. SZK’ê bi van perwerdeyan hewl dide zimanê dayikê bike hêmanek bingehîn ji bo parastina nasnameya çandî û rûbirûbûna siyasetên helandin û çewisandina çandî. BI WÊNE Û DÎMEN

Jinên çalakvan diyar kir ku di desthilata Şamê de temsîla rasteqîn a jinan tune ye û gotin, çareserî di avakirina projeyeke jinan a azadî û xweser de ye ku rola wan a çalak di guhertinên siyasî û civakî de mîsoger bike. BI WÊNE Û DÎMEN

Digel nebûna jêderên ava şêrîn (vexwarinê) û dagirtina avê bi rêya tankeran ku di vê dawiyê de belavkirin rawestandine, bajarokê Um Hicêra yê Holê rûbirûyî krîzeke avê ya dijwar e, her wiha ji bo vê yekê ji aliyên peywendîdar bangên destwerdana lezgîn hatin kirin. BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê bajarê Til Temirê yê kantona Cizîrê cenazeyê şervanê QSD’ê şehîd Ehmed Newaf El Mihemed û endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Mehmûd Mihemed Nûman li goristana şehîdan a Til Temirê defin dike, (18:00). BI WÊNE Û DÎMEN